Çiqas dikir ku yek-du peyvên farisî ku di zaroktiya xwe de fêr bûbû yan bi yan bi dirêjiya temenê xwe de bihistibû , bîne bîra we da kû xêr hatin û şelafiyan ji wan re bike.
Çend rojan bi eş û jan jiya û paşê mir. Xelkê gund û derdorê hatin serxweşiya wî. “Şîn û şahî weke hev e.” Îro jî van e, sibê ji wan. Divê mirov bi xweşî û nexweşîyê ve bi mirowê xwe û cîranê xwe re be…