Pêşî
Xwedê bi hesûdî li te dinerî
li bedewiya te
li çavên te
û Xwedê xwest
bi bedewiyê
rikeberiyê li gel te bike:
çem û çiya,
derya û daristan afirandin
lê bedewiya kaniyan
tenê awêneyên bedewiya te bûn
candar liv û lebatên xwe
ji bejnûbala te fêr bûn
gulên mêrg û çîmenan
bêna xwe ji te wergirtin
û deşt û zozanan
dirûvên xwe li ber wêneyê te
nîgar kirin
lewre Xwedê di rikeberiyê de xusirî
û daket ser lêvên te.
Tama Xwedê
ji lêvên te seh dikim
Tilîliyên jinên dawetî
perdeyên guhên min
diperritînin.
Kêrên qesaban
min ker dikin,
nîvî ji min dibin.
Gurmîna daholan
di guhên min de deng vedide,
kela xwîna min
di bin xwe ve dihêlin
û Leylayê dibin bin konek din.
Wê şevê
kerba min welidî
û kîna min kelî.
Spêdeyê
rondikan
rêya min
bir çolê.
şeydadiya te
şemalek şêtiyê
di min hilkir
agirê min
çirûsk dan şevê
deriyê zindana tarî vekir
li gel min were
nîr û zincîran bihêle
di derî re derkeve
li gel min were
çimkî newêrim
bi tenê ronahiyê bibînim