(Nûrê bangî Rizgan dike)
Qoçanê birayê min rabiye ranebiye heftsaliya xwe da sekvan e
şopê digerîne îzê tîne ser me
ez ê rabim xwe berdime pêşiya Qoço
bêjim: Qoço bi te kim, tu yê bi xwedê kî
derbekî li bedena Rizgo nexîne
Rizgo lawê apê te ye, yekê heyf e
min tenya sacê li rûyê xwe daye bi destê zorê Rizgo aniye
tu derbekî li bedena min gulîbira xwedê bixîne
nav hevalan da ji te ra him nav e, him namûs e, ne tu şerm e..
r.174