Lê sar nabe, sar nabe hahooooooo. Ne berfa Gilîdaxê tenê berfa çiyayê Qaf û hezar çîyayan din jî tev li ava Erezê bibe agirê işqa Meyremê sar nakin. Hahooo.
Helbet silûk û xelwe dê gelek zehmetî tê de hebin, dê birçîbûn hebe, dê bêxewî û tenêtî hebe û dê gelek fikirandin û ramana di Xwedê û gerdûnê de hebe heta ku kesê di silûkê de karibe hinekî nêzîkî rastiyê bibe.