Dûriya te zor e dilber Jan perîşan e were
Li birînên ku li dil bişkiftine xweş binere
Nexweş e ew jar û bêhal e tu nojdar î delal
Dilbirîndar e û derman ji te ew sîng û ber e
Ka bibînim lêv li ser lêvan dinoşim şerbetê
Sînga te zadê gihiştî destê min das e l`ser e
Em bibin laşek heta destê sibê şa bin bi hev
Ax û nalînên ji me ta erş û ezmanan here
Gerdena tey nazik û lûs bîn bikim serxweş bibim
Har bibim ez, dev li qirkê, dest li newqê bigere
Memikên te bi gezên nazik û nerm rakim ji xew
Dakevim jêr li bihiştê bigerim ez eşkere
Ez bibêm yarê xuyaye serxweş im, ez pêde çûm?
Tu bibêjî serxweşê min pirs nekew pêde here
Ne xwelî bû
Te di dilê min yê weke
Tenûreke sar de dît
Ew tu bûyî .
Nezanî
Nizanim çima
berfa xwe li giyanê min girtibû
zû helîya?!
Nizanim çima
Dojeha di dilê min de vêketibû
Ne tefîya ?!