Zîna botan î xwedana awirên mêrkuj û tûj
Ez perîşan im hejar im Memê zindan im were
Ey Xeca pezkovî ez dûrî te avêtim gelî
Ez sîyabendê birîmdar im li sîpan im were
Nayê Xeyalan
Lêvên wê du fincanê ji qehwaya bi şîr in
Qeymax û penîr in
Çavên wê du bex in di dilê min de diçêrin
Geh xencer û kêr in
Singa wê ji berfê ye memik gogê herîr in
Yan baxçeyê mîr in
Destê mi diz in tim xwe di nav de vedişêrin
Cengawer û şêr in..