Min bixapîne
mîna zarokan
mîna dînan
mîna extîyar
û evîndaran
ger tu min nexapînî
ez ê xwe bixapînim
jiber ku evîn, xwexapandina ji dil û bi dil e.
Min bixapîne...
niha deriyek şîn bûma
bi qasî hêviyê şîn
û bi qasî dawetekê şahî bûma
jiyan wek avekê şîn biherikiya
û deriyê min li mirinê
mîna deriyekî hişkradayî
girtî bûya