ez jî berê xwe didime binbehreke bêderî
wekî din çare jî nîn e
westîyayî dimeşim li ser lingên qudûmşikestî
şayîk û ‘eware diperpite li ber serê balîfa min
dûxanên heyirî
çirayên temirî
xortanî di şevekê de kal bû
dem di şevekê de lal…
di vê şevê de ez bûm
yê ku şev dimêt ez bûm
yê ku hêsir didot
û yê ku eşq girêdida bi vê êşê… ez bûm
ez îşev ji vê êşê
kal bûm
dîn bûm