Mele Xelîl di sala 1754'an li Hîzanê hatibû dinê. Ew endamê malbateka ku gelek alim û zana derxistibûn. Bavê wî Mele Hisen û kalê wî Mele Xalîd jî zanayên dînê Îslamê bûn.
Di salên xweyên biçûk de li cem bavê xwe dest bi hînbûna, Qur'anê kiriye. Li bavê xwe şunda li medreseyên din jî ders helgirt û îcazeta xwe ji medreseya Îmadiyê ji Mele Mehmûdê Bahdînî girt. Ji pê re wî meyl û şop da sofîtîyê kir û êntîsaba yek ji şêxên qedirîyê Şêx Ehmed Reşîd kir û di terîqetê de derbaza mertebeyên terîqetêyê pêşin bû. Ew li ser fiqih, hedîs û tefsîrê pêşve çû û li medreseyê Meydanê penc salan ders dan. Pê re koça hêlê Sêrtê kir. Wî dest bi nivisîna helbestan ji pê der xistina fermanekê bo birayî xwe Mele Îsmaîlê Hîzanî re dike. Wî di sala 1843an de wefat kir. Wî di jiyana xwe de gelek pirtûkên ku di medreseyên Kurdan de dihatinî xwendin nivisîbûn
Tu guh dêre nutq û beyana fesîh,
Ji bo ferzueynane merdê melîh.
Ku îman û îslam û sewm û selat,
Li ser maHdarane hec û zekat.
Li ser te ji ferzane ey nûrîcan,
Bizanî tu erkan û şertê di van.
Ji dest nefsê bi gazindim bi kovan
Ewê sebr û qerar nayê çu gavan
Heçî şûla bi cih bo me qe navê
Li şûla xwe mijûl e se`t û gavê
Dikit karê xurê rojê ji paşîv
Firavîn hêj nehatî çareya şîv
îlahî j’ te dikim hêvî îlahî
Bi heqqê zat û wesfêt padîşahî
Bi heqqê wehdeta bê çûn û çendan
Bi fedl û minneta te l’ cumle `erdan
Bi xewxaya l’ serê xelqê te danî
Bi tedbîra ji bo wan ra te zanî
Ev kitêba Mele Xelîlê Sêrtî bahsa gelek meselê iman û Îslamê dike. Bi giranî derheqê exlaq de şîret têde hene. Min gelek eciband. Ya min xwend bi tîpên erebî hatibû nivîsîn. Bi tîpen erebî rîtma xwendina wê xweştir bû. Çimkî di erebî de herfê Med ê hene.
Kitêba bi navê nechül Enam maneya wê "rêya mirovan" e. Şîretên wê ji her mirovî re lazime divê herkes bixwîne. Loma jî navê wê rêya mirovan e. Mirovên ku riya xwe hinda kiriye pê rîya xwe nas dike.
Zemanê berê, berî 100-150 salî, li herêma me, her kî "Qur'an" xitim bikira peyre "Mewlûda Melayê Bateyî" û pey wê re jî "Nechül Enam" dixwend. Heta pir kesî jiber dikir. Nechül Enam jiber ku kitêbek a Îslamî ye tê de gotinên Erebî pirin. Ev rewş fêmkirina wê hinekî zor dike. Loma gerek di bin destê melayekî de were fêrkirin.
Kitêbek a menzûme. Bi wezna "fe'ûlun, fe'ûlun, fe'ûlun, fe'ûl" hatîye nivîsîn.
Yê ku bixwaze li ser youtube gohdar bike link. Gelek xweş anîye ser ziman. (YouTube üzerinden dinlemek isteyenler için Kürtçe Türkçe alt yazılı link) youtu.be/2wClxltt1oc__________________________________
Nehcül EnamMele Xelîlê Sêrtî · İstanbul Kürt Enstitüsü Yayınları · 200212 okunma