Mihemed Omer Osman

Mihemed Omer OsmanGeneralê Payîzê yazarı
Yazar
9.0/10
1 Kişi
7
Okunma
3
Beğeni
847
Görüntülenme

Hakkında

Okurlar

3 okur beğendi.
7 okur okudu.
5 okur okuyacak.
Reklam

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Birûskek
Ez bi xwe xurbet im.. ji min mepirse.. çi ye xurbet?.. Jiyana min derbiderî û tenêtî û jevcêbûn e.
Sayfa 19
Hawarê li Xwedê dikim... da nehêle ez bimrim.. Heta pênûsa min bihûne jana min Wek çawa sal bi tayê spî.. Biranînan dinivise li porê min ... Haykırıyorum Allah’a ki canımı şimdi almasın, Ta ki kalemimi hayatıma örsün, Nasıl ki yıllar beyaz iple örülür, Saçıma hatıralar yazar
Reklam
Mij û Moran
Ez Îsmaîlek im... Ne kêra Îbrahîmê bav.. Kêra destê xurbetê serê min dibirre Çi firîşteyek bu hawara zarîna berî mirina min û serbirrîna min digihe? Çi firîşteyek candarekî dike beranê qurbanî yê vê xurbetê?
Sayfa 109
De tu bi Xwedê ki were... Çola dil.. tiyê kaniyê û dînê siyê ye De tu bi Xwedê kî were.. Bila serab bibin avên şetî Dar serê xwe di dawa ewrê re derxe.. Guveguv bê nav çemê şewitî
Rehma Xwede le bê-Allah rahmet eylesin
ez im generalê payîzê.. payîz bêyî min sêwî ye û ez bûm min got belê meytê siya kesk e.. pelê weşiyayî koçkirî bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de.. ji bo giyanê zindî yê pelan.. nimêja şehîdan dikim.. navê wê nadeynim nimêja miriyan
Nameyeke Payîzî Ey ew keça payîzan jî cilên te kesk in û kulîlkên terr bi serê xwe vedikî Xewnan nebîne.. Çeng û milê min piştênî be bo kembera te! Te nedîtiye.. çawa agirê spî yê pîriyê Li porê serê min çûyê Ez pir ditirsim xwe li daristana porê te yî reş bigre Te nedîtiye.. pêçiyên min deh çiqlên hişk û hola ne Ger bibin şehê porê te.. kêliyek tê naçe dê bişkin! Lomeya min meke ger te dît çavê min Her dem wek ewra zistanê bû.. Ê min keviya şi'ra min bes e himbêza xwe ji min re veke Eger hat û te bihîst min xwe kuştiye bizane ku.. Min nikariye şi'rekê bibêjim.. jana min tê de bi cih bibe! generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Birûskek Tu zanî çima dinyaya şi'ra min.. her payîz e.. her bahoz e? Tenê ji payîzê ye hêviya min.. payîz ji bo min nîştiman e Ez bi xwe xurbet im.. ji min mepirse.. çi ye xurbet?.. Jiyana min derbiderî û tenêtî û jevcêbûn e. Min her xwestiye ez bibim ewrek.. Bibarime ser bejn û bala te.. Pirpirînekek bim.. şev nîveşevekê Bibime zuxala dora çiraya te Em wek du şebneman e.. sibehê me dibe Hetava bextreşiyê.. Ya em du pel in.. bayê reş î payîzê serê me datîne Ser dawa xurbetiyê! generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Reklam
van Gogh Daxa Gauguin bû.. min guhê xwe birrî Yan bi tenê daxwaza Rachel bû? Deriyê şêtxaneyê min bi xwe venekir Berdbarana xelkê kilîl bû Ku min xwîna xwe rijand tabloyê Ku min zanî êdî roj li min nahile Min gulleya mirinê li ser xwe danî Lewra bedbextî dawiya wê nayê* generalê payîzê *Gotina van Gogh bi xwe ye (GP)
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
160 syf.
·
Puan vermedi
Generalê helbestê Mihemed Omer Osman, dema min helbestê wî min xwendin, gelekî heyfa min dereng nakirina wî hat. Ji ber ku ne tenê helbest bûn nivîsî bû rûhiyetek hizin meriv hîs dikir di dilê xwe de. Xwe kûştina wî jî payîzê bû. Xema çûna wî li hinavê me wek tenî girt. Bi rêz bibîr tînim
Generalê Payîzê
Generalê PayîzêMihemed Omer Osman · Avesta Yayınları · 20139 okunma
Resim