Ez im generalê payîzê
Şifqeya li serê min ewr e
Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî
Sakoyê li min nermeba ye
Û şûrê min çiqlê dareke riziyayî
Ez im generalê payîzê
Payîz bêyî min sêwî ye
Ez bûm min got belê meytê siya kesk e
Pelê weşiyayî koçkirî
Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de
Ji bo giyanê zindî yê pelan
Nimêja şehîdan dikim Navê wê nakim nimêja miriyan...
Ez bo çi nemrim?.. Çima nebim ewrek?
Têr bigrîm bi ser bejna yarê de
Çima yar diçe û li min napirse?..
Mijek im ez di dawa payîzê de
generalê payîzê
Mihemed Omer Osman
Min hesûdiya jiyana qereçiyan dikir..
Ya rastî konên wan tîş û telî bûn
Meşaleya nav sermayê û pûş bûn..
Kûrayiya giyanê wan tije pêt û pereng bû
generalê payîzê
Mihemed Omer Osman
van Gogh
Daxa Gauguin bû.. min guhê xwe birrî
Yan bi tenê daxwaza Rachel bû?
Deriyê şêtxaneyê min bi xwe venekir
Berdbarana xelkê kilîl bû
Ku min xwîna xwe rijand tabloyê
Ku min zanî êdî roj li min nahile
Min gulleya mirinê li ser xwe danî
Lewra bedbextî dawiya wê nayê*
generalê payîzê
*Gotina van Gogh bi xwe ye (GP)
Mij û Moran
Ez hawara bi milyonan darên..
Ber reşebayê jipelketî û weşiyayî me
Ez fîxana bi milyonan çûkên..
Hêlînrûxiyayî û parçebûyî me
Di pencereya payîzeke ebedî re..
Ez li dinyaya mijê
Û xwîna rijiyayî ya pelan dinêrim
Ez li çirayên vemirî yê malan dinêrim
generalê payîzê
Birûskek
Tu zanî çima dinyaya şi'ra min.. her payîz e.. her bahoz e?
Tenê ji payîzê ye hêviya min.. payîz ji bo min nîştiman e
Ez bi xwe xurbet im.. ji min mepirse.. çi ye xurbet?..
Jiyana min derbiderî û tenêtî û jevcêbûn e.
Min her xwestiye ez bibim ewrek..
Bibarime ser bejn û bala te..
Pirpirînekek bim.. şev nîveşevekê
Bibime zuxala dora çiraya te
Em wek du şebneman e.. sibehê me dibe
Hetava bextreşiyê..
Ya em du pel in.. bayê reş î payîzê serê me datîne
Ser dawa xurbetiyê!
generalê payîzê