Mihemed Omer Osman

Generalê Payîzê author
Author
9.0/10
1 People
7
Reads
3
Likes
970
Views

Newest Mihemed Omer Osman Updates

You can find the Newest Mihemed Omer Osman updates, reader opinions on 1000Kitap.
Generalê Payîzê Ez im generalê payîzê.. Ezê tu carî xêrnedî Ez general im.. Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî Ez im generalê payîzê..
Li Xurbetê Sînga min a pirr axîn.. ewrek tê de digrî Û di çavên min re.. baran nabare! Umrê min jî.. berfa ber hetavekê ye.. Her divê bi dû mirinê de bireve Kî were payîza dilê min î derbider.. Deyne ser dawa sor a biharê? Keştiyeke serberdayî li deryayeke bê ser û ber Tu dibê wê rojekê bighe qeraxê? Bila ez xwe evdalî nekim.. ez ê xurbetî.. Keviya min tav û rêjne baran Kes nagrî bi ser rûyê min de.. Li mij û moraneke berêvaran generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Reklam
Birûskek Tu zanî çima dinyaya şi'ra min.. her payîz e.. her bahoz e? Tenê ji payîzê ye hêviya min.. payîz ji bo min nîştiman e Ez bi xwe xurbet im.. ji min mepirse.. çi ye xurbet?.. Jiyana min derbiderî û tenêtî û jevcêbûn e. Min her xwestiye ez bibim ewrek.. Bibarime ser bejn û bala te.. Pirpirînekek bim.. şev nîveşevekê Bibime zuxala dora çiraya te Em wek du şebneman e.. sibehê me dibe Hetava bextreşiyê.. Ya em du pel in.. bayê reş î payîzê serê me datîne Ser dawa xurbetiyê! generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Nameyeke Payîzî Ey ew keça payîzan jî cilên te kesk in û kulîlkên terr bi serê xwe vedikî Xewnan nebîne.. Çeng û milê min piştênî be bo kembera te! Te nedîtiye.. çawa agirê spî yê pîriyê Li porê serê min çûyê Ez pir ditirsim xwe li daristana porê te yî reş bigre Te nedîtiye.. pêçiyên min deh çiqlên hişk û hola ne Ger bibin şehê porê te.. kêliyek tê naçe dê bişkin! Lomeya min meke ger te dît çavê min Her dem wek ewra zistanê bû.. Ê min keviya şi'ra min bes e himbêza xwe ji min re veke Eger hat û te bihîst min xwe kuştiye bizane ku.. Min nikariye şi'rekê bibêjim.. jana min tê de bi cih bibe! generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Birûskek Ez giriyam û kesek nebû ji min fêm bike.. Bû xwelî baxçeyê hêviya min Ez giriyam û kes nebû dilê xwe yî berfînî bigre dest û Kirasê min î reş bidirrîne ji ser min Heta dinya bû sayî.. ez her rawestabûm.. Kesî qedeha dilê xwe neanî Û bi ser ve çû surahiyê çavê min generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Êvara Payîzê Êvar e Û wizîna ba tê.. Ewran asman girtiye Êvar e Û dara payîzê ahenga mirinê digerîne.. Pel rabûne govendê Êvar e Û li nav komek sîtavka rêwiyan ez ê tenê.. Ji serma.. dilerizim Û gava xwe davê'm jêr baskê taviya baran û rêjnebaranê Êvar e Û ez ê bêsako.. bêsîwan.. Sirr û serma ne xema min e Êvar e Û dilê kesî bi xema min naşewite.. Ax li wan rojên reş ên min dîne! generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Reklam
13 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.