Mihemed Ronahi sözleri ve alıntılarını, Mihemed Ronahi kitap alıntılarını, Mihemed Ronahi en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Çîroka kûçikên birçî
bê welat jî mirov dikare bijî
mîna kûçikan
mîna kûçikên bêxwedî jî
dinya welatê min e
mirov dikare bêje
mîna utopîstan
mîna kûçikên utopîst
lê dema ku tu di ber kî re derbas bibî
pehîna xwe li te bide
biçî kû, herkes kûçikê xwe berra te bide
him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke
him tukes li te xwedî dernekeve û li seranserê cîhanê
hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî
wê demê belkî xwedîyek û welatek ji te re lazim be
Ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî "
Ferîd Xan
Navê yara min Felek e,çavên bikil reşbelek e
Porê qemer bi xelek e, heza wê’l ber dil gelek e
Wê şepala dêmgewherê, rûniştiye’l ber pencerê
îro ji derba xencerê, lazim bi êşan î Mela
Kirye argeh li min sîne, ez Memo me ew jî Zîn e
Ew Leyla û Mecnun kî ne, bila were min bibîne
Weke rojên xwe yên berê, li wê digerî ‘l her derê
Teşbîhê zulfa
Çîroka kûçikên birçî bê welat jî mirov dikare bijî mîna kûçikan mîna kûçikên bêxwedî jî dinya welatê min e mirov dikare bêje mîna utopîstan mîna kûçikên utopîst lê dema ku tu di ber kî re derbas bibî pehîna xwe li te bide biçî kû, herkes kûçikê xwe berra te bide him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke him tukes li te xwedî dernekeve û li seranserê cîhanê hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî wê demê belkî xwedîyek û welatek ji te re lazim be Ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî "
Ferîd Xan
Wî warê ku ji min re nabe war bila bişewite
Ku axa min qebûl nake ew al bila bişewite
çep ziviriye li serê me îsal çerxa felekê
Eger ku rast nazivire ew sal bila bişewite
Aş çûye kurdo rabûye doza çeqçeqokê dike
Wê talanê bikin helbet ew mal bila bişewite
Bindestê guran î tu kurdo, berketyê xelkêyî tu
Ku te hê jî hay jê nîn e ew hal bila bişewite
Neviyê wî bi kurmancî nizane ew jî bi tirkî
Cehnima canê wî kirî ew kal bila bişewite
şivanekî şevlêgeriyayî me
li sertarê Sîpanê
li navmilê min kulavekî xuristanî
pêrgî Siyabendê Silîvî têm
dibêje min:
evîn pezkoviyeke ziyanî ye Ronahiyê min
dakeve ji van geliyan.
evîn pezkoviyeke ziyanî ye
her li zeviyên biyan diçêre
"Heke Mem bi evîndariyê gunehkar bibûya dê ji bo çi ruhê wî ji navenda axê bigihîşta rojê hey nezan! Aha yê ku li evîndara îtabê bike ev jî îqaba wî ye."
ez têm û dibim mêvanê êvarên te yên birîndar
yên ku pal dane kendalekî qedirşinas
têm û dibim mêvanê xewnên te yên zîvîn
yên ku ji berfîneke girînok hatine dizîn
ma qiyamet radibe tu jî şevekê
hema şevekê werî û bibî
mêvanê şevereşên min ên xeyîdokî
bê welat jî mirov dikare bijî
mîna kûçikan
mîna kûçikên bixwedî jî
dinya welatê min e
mirov dikare bêje
mîna utopîstan
mîna kûçikên utopîst
lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî
pehîna xwe li te bide
biçî ku her kes kûçikê xwe berra te bide
him tu kes bêxwedîtiya te qebûl neke
him tu kes li te xwedî dernekeve û li seranserî cîhanê
hestiyên berateyeke bêxwedî jê tune be ku tu bikojî
wê demê belkî xwediyek û welatek ji te ra lazim be
ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî!
ferîd xan
aha berfîn vaye payîzxêr kete axê
demsalek derewîn daket ser emrê min û te
vaye bi heft rengên xwe hatina te şabaş dike
keskesoreke dilovan
payîzxêr e berfîn payîzxêr e
li ser piştê ye deriyê dilê min
were silavekê bide tenêtiya min
û derbasî hundir be
ji bilî te kesî nedî birînên min
êdî tu nojdar nîn e ji min re
were aş bike kerba min a azirî
ramûse lêvên bêrîkirinên min
bike welat ji min re cotê zermemikan
ez bikim welat ji te re sîngê xwe yê çiyayî
ma ne me bi hev re kişand derdê bêwelatiyê berfîn