"Me gotinên xwe yên bêsînor
xist paxila çîrokên zarokatîya xwe
lewma çavên me hê jî warê stêrkan e"
Di binê banê welêt de
em êdî ji peravên hezkirinekê li axa hev du hiltên
Tenê parîyek barana ewilî
wê derîyê dilê me ji kenên kulîlkan re bixemilîne
Niha bi kulman pinpinîkên bihara temenê me
di guhên asîmanan de distrên
"Kurdistan, navê te êdî bila Kobanî be
Ji ber ku wan ji kezeba dayikan
li çar kînarên te senger vedan"
Min di sengerên welêt de
bi hêsirên xwe, şervan av dan
Dibişkuvî her şer
her şervan
ji bo biharan
"Vedigerim ser koça kujerîya xwe ya şûmî
Kêferata tikakirinê ye li min diare
Berê min her li wê sermestîyê ye
Qufla hezar daxwazîyên min carekê bi dîtina te ye"
Dema ku tu
bajarekî ji jîyana xwe derxî
Yek kêm dimîne tu