Feleka bêbext şkand darê min
Nema kes rûnişt li ber arê min
Ji du hezar sal heya bi îro
Azadî nema di nav warê rnin
Zorkerên bêbav bi fend û xapan
Di berhev xistin dost û yarê min
Qenc û çakên min tev dane kuştin
Qelandin riça karguzarê min
Serek û rêber di welêt neman
Li erdê hiştin koç û barê min
Ji hev perçe bû Kurdistana gewr
Ket nava destê çar neyarê min..