Gelo tu baş î?
Dikarî bikenî?
Dikarî bigirî?
...
Dizanî?
Wê baran bibare kêliyeke din
Nizam ez ê çi bikim hingî?
Belkî bibe kûrkûra min
Belkî bibe oreora min
Belkî!...
Hê jî hêvî dikin
Hêvî dikin ku em ê bê hêvi bibin
Hêvî dikin ku em ê hêvîya xwe pêk neyînin
Lê ew jî dizanin ku êdî hêvî nakin
Hêvî nakin ku em ê bêhêvî bin
Hêvî nakin ku em ê hêvîya xwe pêk neyînin
Ji bo ku bê hêvî ne, barbar in