Wê min avêt nava dêrê
Pişt ra min avêt mizgeftê
Wê da dest min mishefê
Got: bixwîne serê sibehê
Umeta Muhamed û ya îsa
Dest dane hev carek dîsa
Dilê min xistin çar parçe
Ezê nexweş çûm Laleşe
Li wê ketim dafa şêx Hadî
Mîna kemînên parçeyên dî
Xelas nebûm ji paşverûyan
Tim bûm pêleyistok bo wan
Her tim bûn bend û asteng
Min hîştin bê hêz û bê deng
Gunehê min hezkirîn û evîn e
Para min ket hesret û nevîn e