Seyîd Eliyê Findikî sözleri ve alıntılarını, Seyîd Eliyê Findikî kitap alıntılarını, Seyîd Eliyê Findikî en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ey Rebbî ricakar im
Li dergahê TE zarzar im
Ji mêlakê birîndar im
Birîna min TU derman kî
Eger çenda gunehkar im
Nezan û pur ne guhdar im
Ji rehma TE xeberdar im
Bi rehma xwe mi dilşa kî
Tu Xeffarê zunûban î
Tu Settarê 'uyûban î
Tu Keşşafê kurûban î
Kî ye bê Tu 'efû nakî
Tewbe bikin gelkî biran Ji guneh û zenban giran Qet guh nedin mulk û peran Hem lezzet û malê dinê Lezzet ew e hubba Xudê Her kî ku bigrê bernedê Ew dê bighête meqsedê Gava biçîtin wê dinê
Ger pirsa min dikî tu
Ka halê min çi hal e
Piştî te dê çewa bûm
Bûme petote û kale
Va roja ez ketîme
Lingê me nalenal e
Diçim rê va bi sîpa
Yê tazetir kupal e