Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Şivan Perwer

Şivan PerwerÇîroka Newrozê yazarı
Yazar
9.0/10
8 Kişi
42
Okunma
10
Beğeni
2.284
Görüntülenme

En Yeni Şivan Perwer Sözleri ve Alıntıları

En Yeni Şivan Perwer sözleri ve alıntılarını, en yeni Şivan Perwer kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ezmanê me bi reş e Gelê me dilnexweş e Ey Kawa heta kengê Zilmê li welat bimeşe?
Sayfa 12
Newroz cejna Kurda ye Dîroka wê ji Medya ye Her sal emê pîroz kin Serhildana Kurda ye
Reklam
Newroz
Roj 21 ê Adarê bû. Dem hat dewran guherî. Navê Medya bû Kurdistan. Agirê azadîyê her maye li serê çiyan..!
Dehak: -Min kir tu nekî. Ez gune me, ez pepûk im, ez reben im. Zarokên min sêwî nehêle. Kawa: -Sêwî ha! Zarokên te zarok in, gelo ma yên Kurdan ne zarok in ha?
Kawa da pêşîya gel êrişî qesrê kirin. Kawa xwe seranser gîhand cihê Dehak û got: Ey Dehakê zilimkar Bi wan herdu marên har Te zar û zêçan qir kir Mala me kir tar û mar Bi teqla çakûçê min Hêz distîne dilê min Edî qedya zilma te Bila bijî gelê min
Kawa got: -Gelî egît û pêhlewanan!.. Îro roj roja mêranîyê ye. Divê em vê zilm û zordarîyê ji ser xwe rakin, welatê xwe ji nû ve avakin.
Reklam
Berxwedan
Gel bi hev re: Welat welatê me ye Azadî rêça me ye De rabin êdî rabin Kawa serokê me ye
Kawa bi heybet, çakûçê xwe da ser milê xwe, kulma xwe bilind kir, silav da gel û got: -Zarokno, birano, xwişkno, dayik û bavno! Li mêrga me dilîzin Gur û çeqel û rovî Li qada me dibezin Mar û Dehak bi hovî Me dît Dehak çi dikir Bi salan me sebirdikir Bi xebat, bi dil û can îro me xwe hazir kir Kawa Kawayê we ye Bê we Kawa tuneye Werin em dest bidin hev Pêşîya me ronahî ye
Zarok bi hev re: Em in zarokên Medya Em in hebûna Kurda Zilma Dehak hilînin Daku em nebin wenda.
Dapîrek: Min we bi şîrê xwe mijand Bi hêstirên çavan hejand Hun ji bo çi sekinîne Dehak laşê me pijand..
Reklam
Kalekî kurd: Ey kurê min î Kawa Ez nizanim bi çi awa Tu vê zulmê dibînî Divê Medya bêt ava!
Gava ku Dehak mar û leşkerên xwe berda ser zarokan, dayikek kurd derket meydanê û qîriya: Tu Dehakê zilimkar Tu bi leşker û bi mar Emê rojkê bibînin Tuyê bimînî bêçar Ez dayikek Medya me Tucar ez neqediyame Tovên min hîn gelek in Di axê de jîn dame
Belê Li vî welatî mêrxasek hebû, li hemberê zaliman. Mêrxasek ku bi rik û girr û hêrsa salan hesin diheland. Lepên wî bûbûn wek gurza, zend û bendên wî bûbûn wek mertalan, dilê wî bûbû wek çiyayê Herekolê. Zana, jîr û mêrxas bû. Navê wî KAWA bû.
Dayik: -Netirse kurê min. Wê roja me jî bê. Hindik maye. Li hember vî zalimî wê mêrxasek derkeve
Zarokek: -Ez naxwazim bibim leşkerê Dehak. Dehak pirr pîs e dayê Nahêle em bilîzin, yarîya bikin, bixwînin. Nahêle em ji dê û bav û ji heval û hogirên xwe hez bikin. Nahêle em bi welatê xwe şa bibin. Dehak ya me dikuje, ya jî ji xwe re dibe..
Dehak: -Bînin, bînin! Ji min re zarokan bînin!..Bînin, zarokên kurdan bînin!..Bira zarokên kurdan nexwînin, nebin mirovên baş. Ez dewleta kurda naxwazim. Bira kurd azad nebin. Bira bindest bin...Haa haaaa...ha ! Ez im, ez, qral im ez, serdar im, serok im, mezin im ez Kî kane serê xwe li ber min rake?..
Reklam
Ez Dehak im, Dehak im, Li we fermanê rakim Bi esker û marên xwe Mala we tev xirakim Dehak mirovekî zalim, bêbext û xeddar bû.
140 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.