Çavêt di şox û şengan
Xemzêt di dil firengan
Dil da vi ber xedengan
Xûn vexwarin helal e
Mehbûba dilnewazan
Bilinda serfirazan
'Alem qir kir bi nazan
Qet nabêjît webal e
Sadiqê Amedî
(1767)
Çaxê gul û nesrîn û semen hat û bihar
Saqî û şerab tobeşkên 'aşiqê yar
Zahid me ji mestîyê ne şerm e li dinê
Fitne ji hemî layekî têtin me hewar
Mihemed Şewqîyê Xanî
Çeşmên di şehla 'enberîn, wan derbê îman e xered
Daîm bi min ra kînî ye, wan derb û lêkdan e xered
Ehmedê Katib
Çeşm : çav
Şehla : rengê keske tarî
Enber : bêhnek xweş e.
Xered : armanc, mebest
Ehmedê Katib
(1768)
İllet ji narê nûr e dil
Pir agir û tennûr e dil
Lewra ji sebrê dûr e dil
Heyhat e sebra firqetê
Heyhat e sebra dilberê
Wê agir û nar bête rê
Mislê cehîm û seqqerê
Dil xanîyê vê hikmetê
Durefşanî
Gerdena zer rehguzar e rêbiwara xemrîyan
Şetrî û belg û guhar e hem refîqêt rîşîyan
Têk û vêkdan hatine xware silsilîn lêk alîyan
Sunbulan girtin kinar e sef vebestin ef'îyan
Ser milan her lê buhar e kesk û şîn û sor û zer
Mîna