Tehsin İbrahim Doski

Baxe İrem author
Author
10.0/10
1 People
10
Reads
7
Likes
1,460
Views

Newest Tehsin İbrahim Doski Updates

You can find the Newest Tehsin İbrahim Doski updates, reader opinions on 1000Kitap.
Le'la ji nebatê zêde sed barî lezîz Pihtir ji gulavê ter û sed carî lezîz Yek bûse ji te rûmehê hêvî me heye Dîsa nezera têra li ruxsarê lezîz Mihemed Şewqîyê Xanî Jêrenot: Le'l: kevirekî giranbiha, mebest jê lêvên sor in. Nebat: şekirê ku ji qamîş çêdibe û şekirê dilêşê ruxsar: rû, dêm, sîma Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Ew çi dur in pir cewahir ew çi lêv in 'işwego Ew binagoş in çi sîm in dil dizî bû bir bo xwo Ew çi yaqût in çi le'l in ew çi terrar in gelo Carekê bavê niqabê da tecellî bît li rû Ma ku Taha bît feda te nazenîna kê yî tu Taha Jêrenot Binagoş: nermika guh Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Reklam
Nîne mumkin carekê bînim cemalê dûri dûr Lê tijî kir dil ji 'eksa çehreya gulnari nar Xettê reyhanî li lewhê sade rûyan herfi herf Kir xecil Manî ji neqşî 'aciz û bêzari zar Naqişê sînî ku dî ew sûretê pir neqsi neqş Pir xelet kêşane neqş û man qewî bêkari kar Serxweş û mestane reqisî nazika sermesti mest 'Aşiqê sermest û
Sotim fîraqa dûrîyê Fikr û xîyala hûrîyê Mehbub kirim dûr nêrîyê Mecnûn û dînê hêşetê Mecnûn kirim zerîya şepal Ev nazika gerden xezal Wa zulfîqarêt bêmîsal Îname halê herqetê Sadiqê Amêdî Jêrenot Hêşet: rex û kenarên bajar û gundan Wa zulfîqarêt bêmîsal: mebest jê çavên dilberê ne. Herqet: sohtin, şewitîn Îname: wê ez anîme, xistime Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Dil xaneyê derdek elîm Hem zemherîr û hem cehîm Ahim ji dest berda hemîm Kes vê sirrê rê nabetê Durrefşanî bilbil tu yî Xweştir ji 'itra gul tu yî Mehrem û Ke'ba dil tu yî Ey şa'irê mes'eletê Durrefşanî Jêrenot Elîm: bikeder, bielem Zemherîr: (li gor îslamê) agirek sar e li dojehê, cihê herî sar ê dojehê Cehîm: cehennem Hemîm: xwelî, ax û berên volkanê 'Itr: giyayekî bêhnxoş Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Jar im ji destê firqetê Dîsa li min ser da xeman Kuştim bi derdê hesretê Min sebr û rahet qet neman Rahet me bir yekser ji dest Cohtê xumar û meyperest Reşmar bi ger hatin di mest Hejîyan li dor selwa ciwan Xerîbî Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Reklam
69 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.