Rûyê me wekî kayê zer e dêmê we ye mah
Dil kun bûye îro me ji mujganê sîyah
Cana me ji bil weslê te nîne çu dewa
Derman ke dilê min û nepirse ji gunah
Mihemed Şewqîyê Xanî
Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletu'l-qedr û Bera'et nûra mala kê yî tu
Xunçeya Baxê Îrem şoxbejn û bala kê yî tu
Dêm kitêb e zulfi haşî şerh û fala kê yî tu
Bi Xwudê kî bêje min kanê şepala kê yî tu
Melayê Bateyî
Di xelwê da me dîn zahid di reqsê
Nizanim ev çi keyf e ev çi hal e
Yekayek tên semayê mest û serxwoş
Yeqîn ew neşeya cama cemal e
Meyê baqî heyatê can dibexşît
Ji destê mehweşên ebrû hilal e
Xerîbî serxoş in ta rojê heşrê
Ku saqî da me ev xemr û peyal e
Xerîbî
1784 -1821
Hindî û zengî û xalan
Wan ji min dil bir bi talan
Bend kirim zîndan û çalan
Dil ji min bir dilberê
Bendeyê şah û wezîran
Wey li halê min feqîran
Kes nîne berdit esîran
Dil ji min bir dilberê
Xîyasî
Yarîya sadiq di vê 'esrê bi kes ra kes nehin
Yan ji tirsê yan ji hêvî yan ji ûmêda nanekê
Alimê cumle 'ulûman dil bûye deryayê 'ilm
Bênik xelqê me dê kes nake ber garanekê
Bazîyê tîxûn ji seydê dûre bê çeng û per e
Kerkesê xwarin necis çû ser cihê terlanekê
Axayokê Bêdarî
(1688-)
Helqe bi helqe çîn bi çîn
Ala û kesk û sor û şîn
Fetilîn li ser dêmê gulîn
Ew çîçekên reng erxewan
Gestîme xelqo 'eqrebê
Kuştîme wê bê mezhebê
Xala li dora xebxebê
Çaha zinexdan î mekan
Mihemed Teyar Paşa: Xerîbî
Baxê Îrem