Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Yekdeng
Em tev bira û xweng in Tev yekdil û yekreng in Em kurd, hemû heval in Li pişta hev, yekdeng in
Elîriza Spahî Layîn
++ Gelo bêyî Kurdan nivîsîna dîroka Komara Tirkiyeyê pêkan e? /M.Celalî
Bi îcad û înşakirina neteweya Tirk hemû miletên din hatin çewisandin, zimanên wan tune hatin hesibandin, ji dem û dezgehên resmî hatin dûrxistin, heta bikaranîna wan hat qedexekirin û ev nasnameya Tirkbûnê ya nû û sekuler li ser Tirkan jî hat ferzkirin. Bi vê yekê hewl hat dayîn neteweyeke yekreng, yekziman û yekdeng bê îcadkirin. Loma mîtolojî, ala, welat û her wiha armancên nû hatin diyarkirin û yên li dijî wan derketin jî wekî dijminên nû hatin destnî- şankirin. A ji wan yek jî Kurd bûn.
Sayfa 19 - Nûbihar
Reklam
Wek birra pez
Hundurê hewşê tijî serî ne. Li ser kursîyan, li ser lingan mîna qurmên daran meriv li pişt û kêlekên hev sekinîne. Bi awur û bi tevgerên xwe piraniya wan yekdeng û yekrengî ne. Bajarî ne, gundî ne, koçer in an dêmanî ne, meriv têdernaxîne, ya arif.
Sayfa 51 - Beko, dema çayxane dibîne, li Cizîrê
Pertew Begê Hekarî (sedsala XVIII.) Bi kerîman rêz û xak hemî yekdeng e Pêş çavê hebîban heme dinya teng e.
Beganê Botan
"... Bibin yekdest, digel dijmin bikin ceng Bi yekqîr û bi yekzar û bi yekdeng..."
Sayfa 39 - avestaKitabı okudu
Bedir rabe emîrê textê Botan Bike qêrîn li kal û mêr û xortan Hemî rabin bidin gurz û bidin dar Li her alî berê xwe bidne neyar Were ey kek Muhemed xweş ciwanî Li ser me bûne paşa Tirkumani Heçî kurd in hemî îro xizan in Hemî mêr in belê çibkim nezan in Şeref rabe cîhan bigre bi carek Di nav kurdan, mehêle hîç neyarek Bidin yekdest, digel dijmin bikin ceng Bi yekqir û bi yekzar û bi yekdeng
Sayfa 38 - Avesta Yay.Kitabı okudu
Reklam
Yekdeng
Zimanek min tune, zemanek min tune
Sayfa 60 - Agora KitaplığıKitabı okudu