Yê nezan bawer dike her tiştî ji her kesî baştir dizane.
Û rêya wî ya raste.
Yê zana çiqasî zana be, û dizane ku her tiştî nizane.
Û di kar û rêya xwe de her bi şike.
Mezinatîyên me serbilindîya me ne
Evdalê Zeynikê di stranên xwe de xwe wek Siwarê Kuvî û Bavê Temo bi nav dike
Lê Temo kî ye?
Evdalê Zeynikê di koçberiya xwe de, zarokekî di nav pêçekê de li ser rê dibîne. Pêçeka wî ji erdê radike, hembêz dike û bi xwe ra dibe. Navê Temo lê dike, wek lawê xwe mezin dike û wî ji zarokên xwe venaqetîne. Da ku Temo xwe sêwî nebîne.
Evdal di dema kaltîya xwe da nexwaş dikeve û di çavan da mehrûm dibe. Temo bi destê wî digre, jê ra dibe çav û ling û wî digerîne. Bi çavên xwe yê kor di havîn û zivistanê de qulungeke bask şikyayî xwedî dike.
Li ser korbûna xwe di straneke xwe da bang li Temo dike û wiha dibêje:
“Evdal digo Temo lawo bavê te kor e, de wî wî Evdal kor e
Ez dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûm, kes nabê kerem bike were jor e
Tu rabe bi destê min bigre, min bavêje ser Ocaxa Şêx Bekirê Sor e
Ew xatekî mezin e, bila gilî gazinê min bibe bigihîne Dîwana Rebê jor e
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar, dilêm yar yar, dilêm yar yar…“