Dîsa em keniyan û min ji wan re dest bi strana, "em koçerê riya dûr in" kir lê her ku min digot "tî û birçî li van çolan..." Rêvana û Botên ji kezebê li dû min dubare dikirin. Me dixwest em bi stranê têr bixwin û birçîbûna xwe bi stranan bişikînin,lê dijmin dest bi şer kir û nehişt em ji strana xwe jî têr bixwin.
Ey Pandora!
Xwedawenda min.
Tu ji dilê min re olîmposê hatî dîyarî kirin
û min tu danî li ser erdnîgarîya dilê xwe
min xweza xwe ,çand û hunera xwe ,ilmê xwe li ser te ava kir.
Prometheus digot:
'dil ne de ,xapandînek mezine,
lîstûkek mezine li ser dilê te tê kirin
û
bejna xwe li ber van cavên zalim de ne tewîne.'
Min gûh ne da
û ez wekî Epîmetheus min dil da;
û derdû qehrê vê jîyanê tew min daqirça dilê xwe;
û dil çû,
jîyanek rûmet çû
û tenê bawerîkek ma
û tu çû yî
şev û roj rondikên baranê ma
xem ma
şevata dilek bêkes ma.
APÊ REŞÎD :29
-Apê reşîd roja te bi xêr ..! Ka rewşa te çawe ye qurban ? Tu başî ?
- Wey tu her saxbê birayê hemdîn . Tu gelek bi xêr hatî Ka rewşa te çawe ye lo ? Ka were rune, bi xwidê min bêriya dîwana te kiriye .
Hema carê were em çayekî vexwin, welehî kêm cara zîwero tê bêhna min pê fereh dibê .
Ev medekbu ez jî ne rehet bum , vêga
Şirnex
Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe, gul vedike
Tam li nîveka vê çîroka nûjen
Rûdinişt li hewşê li hember Cûdî
Kilam digot û birînên xwe dikêwandin diya min
bevê min...