Jinekê jî digot welehî ez bûk bûm, min xweliya xwe , destmala xwe got min dianî dikire dîzekî, di berê de xwelî dikirine bin zara. Digot me xwelî dikire ser,em direvin me digot bila kes nebêje kes nebêje kes nizane.
Wexta ketinê, jinekê got ez bûm kurek min bû , ew jî sê salî bû. Got ew gede jî ji birçîna , dema digirya nedisekînî. Digot me digot ya Rebî ez çi bikim.
Digot ;”Sebra kurda we ke agire dişewite ,dişewîte û tim xwe dişewitîne …Û piştra di be pizot, dijminê xwe di şevitîne… Em tê ra ,xwe di agire xwede şewitin 🌼🌺🌸
her ku li hev diketin
awirên me
bi kelecan dibûm
perên me derdiketin
û difirim ji kêfan
û min ji bîr dikir xerîbî
dîbû demsala kulilkvedanê tenêti
min digot qey çavên destên te hene
ên her dem li min dinêrin
Min digot qêy bi hatina bavê min wê êşa min here,
'te dî carna mirov bê hemdî xwe dide benda baranê, xwe dide benda sersalê, xwe dide benda berfê, yan jî zayîna pezekî... lê her kû çû birîna min sar bu û êşa min bu ji malê..𓃵🦚