Zîmân
Dil pir dixwaze ku Hêvî hêviya kurdanbe, Di warê ziman û zanistî her xwedî şanbe, Zaravayên me bighîne serhev di pêşende, Kurdan nehêle di nava cihanê şermende, Heya bi îro em tenê bê zar û ziman bûn, Di nava gelan pir bi şûnda gelek nezanbûn, î ro jî dibînim gelek xwendayên me kurdan, Gelparêzin ew haya wana nîne ji ziman, çawan bê ziman gel di cîhan tête parastin? Bi çi lebatî maf û rûmet hatine xwestin… Tenê bi ziman mirov cuda bûye ji dehban, Pê xwend zana bû firiya xwe gihande ezman Lewre divê em ji bo ziman xwe biwestînin, Heya bikarin kurdan ji tengiye derînin, Bijîn kesên kû ji bo ziman dikin xebatê, Ew in berê gel diguhêzin rêya felatê. 20.01.1984
Rewşa bikaranîna torên civakî li Rojhilat / H.Fayiqî
Piştî belavbûna bikaranîna torên civakî li Îranê di destpêkê de, bêtir whatsApp û telegram dihat bikaranîn. Wek mînak pêşî koma telegramê hebû, paşê kanal jî li wê zêde bû. Piştî demekê ku înstagram derket, piraniya bikarhêneran înstagramê bi kar anî. Piraniya bikarhênerên kom û kanalên telegramê jî derbasî întagramê bûn. Bikaranîna van torên civakî di serî de facebooke, twitter, You Tube û piştra telegram di sala 2018an de, paşê jî torên din di sala 2023yan de, bi mebesta bikaranîna torên navxweyî ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatin asteng kirin. Bi tevî van hemû astengiyan dîsa jî bêkarhêner bi alîkariya VPNê wek adetekî rojane telegram, whatsApp û înstagramê heta niha bi kar tînin. Ji aliyê dewleta Îranê ve qedexeyek li hember bikaranîna zimanê Kurdî li ser torên civakî nîne. Lê li rojhilatê Kurdistanê xwendin û perwerde her bi zimanê Farisî ye. Kesên ku bixwazin xwendin û nivîsîna Kurdî fêr bibin, xwe bi xwe fêr dibin, dewlet ji xeynê zimanê Farisî piştgiriya zimanên din ên li Îranê nake. Lê bi rêya medyaya civakî Kurd derfeta xwe bi xwe fêrbûna Kurdî bi dest dixin. Bi taybetî li ser înstagramê peywendiya du alî di navbera mamostayên Kurdî û xwendekaran de hêsantir e. Kanalên telegramê û peycên înstagramê bo fêrkirina hemû diyalektên Kurdî wek Soranî, Kurmancî, Hewramî û kelhorî tên bikaranîn
Sayfa 59 - Nûbihar
Reklam
150 syf.
·
Not rated
TEMOYÊ DI ZIKÊ HESPAN DE
TEMOYÊ DI ZIKÊ HESPAN DE Pirtûka Temoyî helbestê ya bi navê 112 Hesp û Xezelek nêzika du mehan e di destê min de ye lê naqede. Ne ji ber dirêjbûna wê, ji ber qewet û kûrbûna wê .. Gava hinekî ketim li nava kitêbê, ji fîlma “the revenent”ê sehneyeke Dicaprio’yî hate li ber çavê min. Heçiyek temaşekirine jixwe zanin Dicaprio di fîlmê de bi rola
112 Hesp û Xezelek
112 Hesp û XezelekSelîm Temo · Dara Yayınları · 202314 okunma
238 syf.
3/10 puan verdi
Tu, romana berbanga vejîna gelê Kurd e. Zilma deshilatiyê kû xwe gihandiye erşê esmanan de. Tenê ji ber ku Kurdin rastî zilm û zordariyê tên. Karakterê mey sereke ku tu peywendiyê wî rêxistin an jî saziyekî re tune ye ( hebe jî niviskar ev nepen kiriye) Tenê helbesteke Kurdî dibe sedema vê girtinê û îşkenceya bêdawî. Xwenêr qet keseyetê
Tu
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,127 okunma
Geri15
54 öğeden 51 ile 54 arasındakiler gösteriliyor.