Çawa ku dikevim cîyê hevdîtinê slogana "Türkçe konuş çok konus" wek strîyekê di nav çavê min re diçe. Ev ji bo wan pirr muhîm e. Hemû xebata xwe li ser vê projeyê dimeşînin. Diza- nin heta ku kurdî hebe, heta zimanê me hebe, em ê jî hebin. Loma, zor dane tunekirina ziman. Karê xwe li gori encamên zanistê, dimeşînin. Gelek profesorên berçavkên wan stûr, dest- nişan kirine ku milet, bêziman nikarin hebûna xwe biparêzin.