Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Zeyad Brûsk- Bagera mın
Te dıpırsım jî gelî û newalên Çîyaye Sımbılê Dıbêje: Hey wax,Hey wax. Mane ew Şervanê mın bû. Çend roj û şevan mêvanê mın bû... Mina pılıngek jir û azad, Erd kır doşek ezman lıhêf, Lıser singû berê mın raza. Jı ber vê ye zınar û lat, gır û ber tevde Dınasın Hevalên Bager. Ma ez jıwere çı bêjım? Gellek evîndarê mın hebûn wek Bager, Her yek ketıbû bêdengîya bê veger.
Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin ez evîndarê Çîya û deşt û zinarê Teme...
Reklam
Bihara min bû zivistan Ne gul maye ne gulistan Çar havîrdor bûye goristan Ka welatê min Kurdistan.... Zinar Sozdar...
Kengî
Kengî emê dil xweş bijîn Derbin ji bin destê neyar Koh û kelat serxweş bibin Bişkînin qîdûhim zinar Canê me bê kuştin û şer Bijî serxweş û payedar Serbest bixwîniamêr û jin Behsî nema bibin siwar Destûr û qanûna welat Xurtî bide bi rengê baz Sorgul di baxa geş bibin Bilbil bidê sed reng awaz Bi partî û şewket û tac Bi çarû hêvî û neyaz Zîndan û bend qettinebin Doza welat bêt serfiraz __________________ Perîşan
Marşa Xorta
Kurd in em şêrên çiyan in, de bijîn serdest û gûr Doza me tola welêt e, bistînin bi qevdê sûr Heya dih me xwe nenasî, lê îro bûne şiyar Dêhrifme sibna Kurdan, çi çiyan lat û zinar Da ciwan qenc zanibit ko, Kurd êdî nabin zelîl Nema datînin serên xwe, namînin bindest û dîl Em welatiyên ciwan in, wek piling dikine qîr Me divê yektî û xurtî, naxwazin bend û eşîr Ji îro pêve di Asiya, serdestî dora me ye Dê jêkin hemî serên ko, nebêjin va her we ye Destê me şûr û tifing in, şopa me xwîn û mirin Xortino rabin dem nîzik bû, bo felatê şer kirin
Halê Welat
Divê tu zanibî, ev bûne sê sal Min nedît xwîşk û bira, xelkê di mal Ne me dît axa welat, pîra dîyan, Ne vexwar kewsera gewr ava çîyan, Dipirsî îro ji min halê welat, Dê bêjim jê diçin sed agir û pêt, çi çîya, deşt û newal, rêl û zimag, çi bajar, gund û kelat avahî pag, Heya bi dar û çîya kuç û zinar, Bi girîn, kezeb ji min anîn xar. Ne kêzan, ne şivan û şîna giran, Sorgerî ava çeman bi xwîna biran, Rojê sed êş û birîn, renc û keser, Ji dil û cergê wan der têne der, An dibin arnanc ji bo tîra neyar, An dibin ji nav welat bê şûn û war, Axivîn ji canê welat diwazde birîn, Herikîn Dicle, Firat deh sala xwîn… Qe nizam hewceye wî halê xirab, Ku ji min cerg û hinav kirîye kebab, Dibêjim bê sor û ber, bê doz û tol, Ji me çûn deşt û çiya, namûs û ol. Pir spas ji xwedê, we ew der ne dît, Tu bê qey nemane mêrxas û egît, Welat dîl, xelkê têda hemî reben, Bê girîn nabînî, rûkî li ken.
Reklam
çil sal kuta bûn ku ji axa welêt cuda me Dûrî heval û hogiran, him dost û bira me, Welat çi xweşe, bax û bostan, tev çem û rûbar, Lê ez bi xwe her evîndarê tehtên çiyame Ew lat û zinar, tim keleha mêrxasên min bûn çi qas di nava kuntarên wan ez geriyame Cihek nîne ku wekî çiyan xurtî dide min Di navçava wan qet venayêm wekî ziya me û şta rûmeta bav û kalên me ew çiya bûn Gava digehêm ber siya wan, giranbiha me. Min hêvî heye, carek din derkevim ser wan Bo doza welêt tê de bikim, an ne tewa me, Yezdan! Bide min gorreke çak di ser siya wan, Nizam çiqasder, bo daxwazek holê hêja me.
Êdî bi tenê şer hebû Ne rojên bihurî yên xweş ne yên nexweş Ne lez û beza rojane ne sakînî û aramiya dilan e Ne geşt û seyrana deşt û zozanan Ne xebat û lebata salan Ne zinar û çiyayên serîbilind Ne newal û geliyên bêbihur Ne Dîjle ne jî Firad Ne do ne jî sibê hebû
Wa ha! Va ye hat ba! Hu...v... Hu...v... Geh bayê reş, Geh bayê kur, çiya. Newal,
Agire Jiyan Helîn
Ka wer neçe lê dîne Çilê germa havînê Gelek mîna te çû bûn Mirin ne tu mizgînî ... Li çiya zinar ezmanan xînim Axa jindarî jê hilweşînim Ger bê wargeh bim ezê nemînim.
Reklam
Li dinyayê her tişt xwediyê dengekî ye. Ne bi tenê însan, teyr, tilûr û heywan, her-weha erd û ax, dar û ber, zinar û çiya, av û çem, ba û bahoz, berf û baran, tav û heyam jî xwediyê dengekî ye.
Mehmet Uzun
Dilêm wire, li wan ç’ya, Li wan cya, Kîderê ku zeng û zinar Bona kurda bûne sitar, Kîderê çem dikewgirîn, Wexta dişon hezar birîn, Birînê wan lawê efat, Ku hiştine mal û xebat,
Mesele kêr e dawe giran e Ev doz ne doza qelsemêran e Ev dîlan ya şêremêran e Divê can ê ser mirov lê dane Qelenê yara me giran e lewra yara me xemla cîhan e Her çi doza wê bi êş ê jan e lê ew xîrete ne ya berdan e Kî şoreşgere li Kurdistan e Sêcdarek mezin ê pir giran e lew gereva wê xwîn e, zindan e Qîr nalîn ê şer ê giryan e Ev rê evraze tev gaze dêr e Newal ê zinar sînor ê sêr e Neyar dîn ê har kêçika sêr e Xwînmêj ê reşmar keftarê pîr e ji vî dozê re divê mêrê mêr, lawê egîtan ê têjikê şêr Divê eslek neriz ji zîv ê zêr Divê berxwe de bin kêr
Tirejên roje çiya dibire Ava çem û kanî zinar diheline Berbanga sibe xewn direvîne Evîna min welatê min e Ji dil de ez evîndar im Ji kezebê da brîndar im Bi qêrîn û bi hawar im Evîna min welatê min e
1.005 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.