" Dibe ku Xwedê qedera me bi wiha nivîsîbe. Tu li der û dora xwe nabînî, çi zarên bêxêr hene, dibe ku derbarê me de ya herî bixêr jî ev be, ez nazewicim, hêwiyê nayînim ser xanim û xatûneke wek te. "
Bi çirisîna heyvê ya li ser ava tarî re qefleyek berbûrî hatin, li dû erebeyeke gayan. Qiloçên gayê zer bi şehrên keskesor xemilandî bûn. Xanimzer bûbû bûk, bi xêlîyeke sor.