"Xwedayê min, dinerim ku rehm û şevqet di dilê însanan de nemaye.
Bila soz û qerarê min li ber destê te be êdî li vê dinyayê jiyana nav însanan li min heram e.
Ji niha û pê ve ez ê ji xwe re li derve, li çolê, li nav heywanên hov bimînim û bijîm.
Ez ê li nava gur û hirçan bijîm.
Ez ê bi teyr û tebayên çolê re hevaltiyê bikim.