Saxer bi dest serxweş û mest weqtê sehergeh dest bi dest
Xeflet du begler meyperest kuştim bi derba xencerê
Kuştim bi derba keyberan gezme û xedenga a[w]iran
Remz û işarat û suran dan dil ji nêva pencerê
Dan dil ji ber husna bi nûr berqa tecellaya sudûr
Lew sotiyem wek kohê Tûr hubb û evîna enwerê
Hubba te ma xweş hiştime her roj ji nû ez