Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

248 syf.
9/10 puan verdi
Wijdan Li Dijî Zordariyê
Însan di dîrokê de herî zêde êş ji destê dîktatoran kişandiye. Ji destê dîktatorên xwînmij. Li cîhanê binêrin ciyê ku zêde zêde xwîn jê diherike bizanin ku li wê de rê dîktatorekî xwînhez heye. Kuştin û xwîn xwarina wan e. Ew bi xwînê têr dibin. Di her demî de dîktator hene. Hin caran ev bi zexta dîn û hin caran jî bi zexta siyasetê zulmê dikin. Mînaka herî baş jî Dadgehên Engîzîsyonê ne. Herkes divê an li gor mezheba Protestan an jî li gor mezheba Katolik bifikire. Eger kesek ji dijî wan bifikire dawiya wan îdam e û şevitandin e. Bi min dîktatoriya herî xirab jî ev e. Di kitebê de jî em dibînin ku dîktatoriyekî, zextiyekî dinî heye. Calvin li gorî fikra xwe Încîlê şîrove dike û dixwaze herkes jî li gorî wî bifikire û li gor şîroveya  wî Încîlê şîrove bike.  Ji ramanên însan re sînoran ava dike. Ev jî tiştekî dijî fitrata însan e. Însan heyînekî azad e. Li gor xwendin, jiyan û nêrîna wî fikrekî wî heye. Castillo jî li hemberî Calvino derdikeve. Fikrê azad nimandin/temsîl dike. Herkes heqîqetê digere û wî heqîqetê, herkesek dikarê li gor fikr û ramanên xwe îfade bike. Kesek nikarê di derheqê tiştekî de ji însan re sînora ava bike. Castillo dibêje ku divê insan tu carî zordestiyê neke lewra bi zordestiyê  kesek nehatiye baş kirin û nehatiyê xirab kirin. Fikrên cuda cihanê xweş dike, geş dike. Zanîst û ilm ciyê ku azadî hebe pêş diçe. Ciyê ku zextî jî hebe hertim paş çûye. Ji wê paş çûyînê re Rojhilata Navîn mînakek e... Tê cihanê de her tim kesên wek Calvino û Castillo hebin yê şerên wan heta qiyametê berdewam bike. Tişta girîn  jî em ê ji kîjan aliyê bin...
Vicdan Zorbalığa Karşı ya da Castello Calvin'e
Vicdan Zorbalığa Karşı ya da Castello Calvin'eStefan Zweig · Can Yayınları · 20201,793 okunma
··
356 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.