Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

80 syf.
·
Puan vermedi
Divê her Kurd teqez vê pirtûkê bixwîne. Di vê pirtûkê de raperînên Sasûn, Hezo, Bişêriyê û herwiha seehildana Eliyê Ûnis û hevalên wî, serhildana Cemîle Çeto û hwd. hene. Ya rastî gelek tişt guheriye lêbelê bêbextî û neyartî hîn jî weke berê didome. Helbet ne ji bo ku dilê me bi neyartî tije bibe ji bo ku em dîroka xwe nas bikin û hay ji dîroka xwe hebin divê em vê pirtûkê bixwînin. Ne edetê min e ez hevokên şerxwexiyê bibêjim lê belê bivê nevê ew gotina pêşiya ya qedîm tê ser zimanê min: Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan. Di hin ciyan de dê mêjiyê we bitevize ewqas ku kirinên hovîtî û dûrî mirovatiyê tê de hene. Şewitandina zarokan, şewitandina pîrekan, destdirêjiya pîrekan, dest û pî girêdayî avêtina nav ava keliyayî... Ew tiştên ku di wextê de anîne serê Kurdên ku nekarîbûne xwe biparêzin gelek caran Hîtler anî bîra min. Tiştekî din ku bala min kişand Kurdan tu carî dest ji axa xwe bernedane û tu carî ji şer nereviyane. Dixwazim bi gotineke Hz. Elî dawî li vê nivîsê bînim: "Tu carî li ber neheqiyê serî xwar nekin lewra hûnê tevî heqê xwe şerefa xwe jî wenda bikin."
Şerrên Sasûnê (1925-1937)
Şerrên Sasûnê (1925-1937)Osman Sebri · Peri Yayınları · 200521 okunma
··
476 görüntüleme
welat okurunun profil resmi
#98157619 #120898634 li gor ku ez dizanim Cemîlê Çeto li hember dewletê serî hilnade. Hevaltiyê bi dewletê, M. Kemal re dike. Lê dawiyê de M. Kemal wîî jî li hember xwe wekî tehdît dibine û wî jî bidarvedike. " Herkes dijminê kewê yê, kew jî dijminê qewmê xwe ye."
Rûbar Elî okurunun profil resmi
Di vê pirtûkê de newsa tê gotin. Ya rastî li herêmê jî agahiyên tevlîhev hene lê qinyata bi qewet ew e ku Cemîle Çeto hem li hember dewletê şer kiriye û hem jî di wextekê de bi hêzên dewletê re tevgeriyaye. Bûyerên dîrokî divê mirov baş bixwîne li gor gotin û meselokan neçe. Û tiştek din dixwazim bibêjim hevalê delal divê êdî em xwe weke kewê nebînin û em ji xwe re nebêjin kew lewra her tişt diguhere. Di serî de ku em pişta xwe bidin gotina "Herkes neyarê kewê ye kew neyarê qewmê xwe ye." Em tu rêyê ji bo xelasiya xwe nahêlin, em bi xwe deriyê xwe digirin. Di dîroka me de li dijî vê gotinê bi hezaran bûyer qewimîne divê em li wan jî binêrin. Li min bibore ji ber ku ez ji vê gotinê pir aciz im belkî weke ez li dijî te derketibim hatibe xwanê, lê ez li dijî wê gotinê me ne li dijî te☺️ Digel silav û hezkirin🌸🌸
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.