Teq, teq, teq.
Dengê derî. Dengê deriyê oda otêlê ya Memduh û Celadet Began. Dana êvarê. Ro li ser deryayê, di niqta
yekbûna aso û avê de bûye weke agireke gulover. Ro,
bêdeng, diçe ava. Beyrûd di nav haziriya şevê de ye.
Dostên dilsoz, bi hev re, li balkonê rûniştine û li ser raporekê dixebitin. Raporeke li ser rewşa kurdan û neheqiyên ku li wan dibin. Ji bo Koma Milletan.
Ew li hevûdu dinihêrin. «Gelo kî ye?»
«Kî ye?»
Wan bihîstiye ku dewleta Tirkiyê mêrkuj û sêxur xistine pey wan. Ew dîsan li hev dinihêrin. Ew ji balkona
odê, bi hêdîka, tên nava odê. Dest derin bin bahlîfan.
Debançeyên reş û stûr. Gule di dêv de ne. Ew bi hev re,
ber bi derî derin. Giran , giran. Tilî li ser tetikan in.