Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Silav Helbest Min ji xwe re navê te kir “Helbest” Bizanibe ku ji bo min helbest, jîne Bizanibe ku ji bo min helbest, xwespartine Ji bîr neke tu ji bo min helbestek bêhempayî Ne hatiyî vedîtin û ne hatiye xwendin Ji bîr neke tu ji bo min helbestek wendayî Ne dibînim û ne jî dixwînim Û niha li baş xwe binire Hêvîya min ewe leqî te werim û nav peyvên te de xwe bisitirim.
Jan
Jan
··
2.461 görüntüleme
Jan okurunun profil resmi
Silav helbest Li vê seetê, nîvê şevê ez û xemgîniya min, em dîsa mêvanê dilê te ne. Silav ji xweşikbûna te re,silav ji hebûna te re Ez bi tenetîya xwe ve navdarim li vê jînê Tu ji tunebûnîya xwe ve. Hewqas bi te difikirim Hewqas ji bo te xewn û xeyalan kom dikim Tê bîra te te digot; Naxwazim te li nav vê tarîtiya xwe de cih bikim Û min digot li nav wê tarîtiyê de xweş jiyane De bifire were, de bifire were Ev candek hêviya baskên te ne Hêviya heskirina te ye De bifire were.
Bu yorum görüntülenemiyor
Bu yorum görüntülenemiyor
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.