Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

206 syf.
4/10 puan verdi
·
Beğendi
MALA ROMÊ LI MÎRATA REŞ BIGERE .(r.60)/(https://1000kitap.com/gonderi/214828842)
Çîroka Şêx bi dildarî û hestiyarî destpêdike , heya dawiyê jî wisa didome. Çawa ku di navê berhemê de jî diyar e. Ev berhem çîroka Şêx Seîd a şeva dawî, bi sê gava ber bi sêdarê ye. Berhem gava yekem de bi bende ke Melayê Cizîrî destpêke. Û destê xwîner digire dibe dema feqetiya Şêx. Feqe,dema feqeyiyê de rewşa Kurdan a bindestiyê halî dibe.Ser hur dibe(https://1000kitap.com/gonderi/214828729, #214831118). Û bi gava duyem ve, gotina xwe (#215053886) şoreşa azadixwaziyê destpêkê dike. Yek jî metleba niviskar ewe ku. Xwênera bide zanîn ;Şoreşa Şêx Seîd ,ne şoreşek şerî bû û tu peywendiyê wan bi dewleta Osmaniyan tune bû. Ew şoreşek azadixwaz bû. Û di nava hurgilîyan de xwînera dide zanîn ku. Dibe ku ruyê çend muridê( Rustem,hwd,)Şêx ,ewên ku alî fikir û ramanên de nezîkê dewleta Osmaniyan de . Ev keraset derketiye holê(#214906411)Xwe qet ser fikir û ramanên Şêx, rê û rêbazên wî nasekine. Tenê dilsoziya wî a ji miletê xwe re û îşka wî a Perîxanê sekiniye. Sazka xwe ser sê têgehan ava dike. Tîbûn, Gwîzê ser qûban û evîna Perîxanê . Helbet ev têgeh remizbûn. Bi van remzan destpêdike heya dawiya jî didome. Tîbûn keser e. Kesera azadiyê, xilasiyê,bextewariyê. Şêx dema xwe hesiya tî bû heya ber werîsê sêdarê jî hîn di wê tîbû. Bi wê keserê terka vê dinyayê kir û çû pirsê ji Xwedê re bike (#215053929)Dema werisê runkirî di ustiyê wî de derbas dikin. Lezek şunda dibîne ku hîn vê dinê ye. Divê " hîn dema wî maye" yanê şêx pirsa ku xwedê re bikira. Dinya dinê re dihêle.Têgeha duyem gwîzên ser qûban;Helbet gwîz ser qûban nasekinin. Lê nivîskar xwestiye bêje şoreş ne ew qas hêsane. Mîna sekinandina gwîzan ser qubê zehmet.lê ger bi rêk û pêk bi hiş û zanîn tevgerin. Wê gwîzê ser qûban bisekinin. niviskar di ser vê himê şoreşa Şêx rexne dike. Vê rexna xwe jî bi Şêx xwe dide kirin.( #214866886) Perîxan.... Perîxan evîna feqe, evîna Şêx. Perîxan remiz kirina Perîxanê du çiq bûn. Helbet çiqek evîna takesî a dildarî bû. A duyem jî disa hezkirin lê vê carê hezkirina millet bû. Niviskar xelasiye di hestên hezkirinê de dibine.Heta Şêx alaya şoreşa xwe ji destmala Perîxanê digire. Ji ber wê al keske. Pîştre tavê lê zêde dike. Dema şoreş destpêdike û şêx dertê hemberê gel. Bi destmala Perîxanê slav dide girseyê. Dema ber sêdarê ye jî. Gava Perêxan tê bîrê ruyê wî dikene.Çirokêde honandinek fantastik jî hene. Dema Şêx bi hevî û bawerî ditekoşe siya wî keske. Demek şunda wê zer dibe. Xwe dike rengê payizê. Ber bi mirinê. Ber bi dawiyê de jî sî winda dibe. Ber ku hebun li holê rabû. Nivîskar, di nava metnê de gotinê dibe ser komkujiya Ermenan jî. Ser vê himê. Tê zanîn ku her çi qas Ermen rastî zilmeke mezin jî hatibin. Ên pişta xwe sipartine dewleta Ûris. Zilm li Kurdan kirine . (#215054134) Û gava siyem ; Gava siyem mixabin têkçûna şoreşêye. Mina hemû metnê. Niviskar zêde ser hurgilîyan nasekine. Lê kesera dilê Şêx vedibêje. Şêx heya diçe ber sêdarê ( #214831161)bi bawerî diçe. Zimanê metnê baş e niviskar bi têgehên çandî (r.2) û Ci bicîkirina malikên Cizirî, Xanî, Siyahpoş hwd (teknika montajê ) metna xwe dixemilîne.Lê metin mina noveleke pir rupel diherike. Ne wekî romanekiye.Kêm alîyê Şêx tê vegotin.Şoreş qet nehatiye vegotin.Helbet heya niha gelek nivîs ser Şêx û ser şoreşa wî hatine nivisîn. Lê ev romana Şêx bû. Divê xwenêr bi şêwaza romanê Şoreş nasbikira
3 Gav û 3 Darek
3 Gav û 3 DarekJan Dost · Avesta Yayınları · 201546 okunma
··
218 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.