Carekî feqe Seîd ji Seydayê pirsî û got:
- Seyda! Eger dewleta âlî Osman têk biçe, wê çi ji mîrata wê , ji Kurdan re bimine?
Seyda di ser berçavka xwe re lê berî, bêhnekê bêdeng ma û got:
-Hîn ew heye, kengî mir xwedê Kerîm e.
-Min got:Eger!
-Eger ev dewlet ji holê rabe, dê sêdar ji Kurdan re bimînin.
-Niha jî sêdar hene, stuyê Kurdan jî tim di xelekên werisan de ne