Zerdelper e, bergehê çavan de, roj vemirî
Guleke sor di nav av û ezmanan de mirî
Dema hevîn û ramûsanê! ! Ji bo dilketiyan
Her gotin dibe şêrîntir ne kul dimîne ne jan
Delal dikene, stêr dikenin û sura êvar
Sar dibe rêwingî ye li ser rêya gund û war
Zendên bi gurçik himbê dikin bejnên nermîn
Bayê şahiyê li ba dibe dermanê birîn
Bin siha daran de keçikek dike ax û hawar
çavên wê tejî hêstir in spehî ye wek adar
Rengê wê dibe zer û sor lamên wê dibin germ
çiqas şêrîn e rûyê wê, dilê wê çiqas nerm
Rûyê wê wek rohelata buharê; ter û tol
Xulama Xwedê ye, bi xwe jî xwey dîn û ol
Li çar dora xwe mêze dike bi tirs û guman
Deng naye, bi tinazî stêr dikenin li ezman
Ne reprepên hespan, ne ax, girîn, ne aheng
Dinê sar, wek mirî bêdeng, wek hewa bê reng
Dixwaze bin lingê wê de erd biheze, xwe veke
Ew jî bikeve, tê de wek mirîkê rakeve
Tariya şevê de sê çar suwar xuya dibin
Wek şehmêr û ejdehar in ji erdê radibin
Keçik xwe davêje ser hespekî; heyv dikene
Ne heyv tenê tariya şevê jî bi ken e
Keçik çû, revandin, "xwelî li ser wan pismaman"
Dimirin bê deng "namirin li rêya dotmaman"
Hawar, hejmar 20, 8 Gulan 1933