Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Pîrhevok el Kurdî ❂

Pîrhevok el Kurdî ❂
@pirhevokk
Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf Di dunyayê tu nabî ne meşhûr û ne me'rûf
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî
Keşfa esrarê şifatan bêmehebbet nabitin Sûretê esma divêtin da bikîn jê fehim raz
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
________________________________
Sabitlenmiş gönderi
azadî
Qet jê netirsin! ji dest naçin; ol û bawerî yên we ne... Bo azadiyê têbikoşin; hêj ku derfetên we hene.
Reklam
Rewş
Xwandinê emrê min xwar. Xwar xwar xwar. Xilas kir pûç kir
Silav
Rengê me rengê gewher e Ala me jî sor û zer e Kawa çêkir ji bo me re Me çû danî li ser defteran

Okur Takip Önerileri

Tümünü Gör
Hinek romanên dîrokî jî li ser serpêhatiyên şexsiyetên dîrokî hatine afirandin. Her wekî romanên ku li ser Hz. Alî, Tîmûrleng, Raspûtîn, Kleopatra, Îskenderê Mezin, Hanîbal, Ramses, Hz. Musa û yd, hatine afirandin. (Di vir de hêjayê gotinê ye, ku şaristaniya Misêrê ya kevin gellek hikarî li mejiyê romannivîsan kiriye.Hinek roman jî hene ku ji vê cureya romanê re dibêjin romanên dîrokî yên fantaziyê, yan jî romanên fantaziyên dîrokî. Romana Catherîne Hermany “Wezîrê şevê” , ya Mîka Woltarî “Evîndarên Bîzansê” , ya Umberto Eco “Navê Gulê” û hinek romanên Necîb Mehfoz û Amîn Maalouf di vê kategoriyê de ne. Di van romanan de dîrok û fantazî têkilhev dibe. Bûyerên ku di van berheman de têne qalkirin bûyerên dîrokî ne û bi fantaziyan hatine xemlandin.
Romana dîrokî di sedsala 19’an de bi romannivîs Walter Scott dest pê kiriye. Berhemên W. Scott, Balzac, Tolstoy, Pûşkîn, Dostoyevskî berhemên klasîk yên dîrokî ne. Di van berheman de kes û bûyer li gorê rastiya dîrokî hatine afirandin, lê gelek xeyal jî lê hatine zêdekirin. Berhemên Aleksander Dumas li ser bingeha macerayên dîrokî, wek çîrokên serpêhatinê, lê bi teknîk û forma romanê hatine nivîsîn.
Reklam
Li gorê dîrokzanan Kleopatra jineka reş, nerind herweha xirab, poza wê xar e. Bejna wê kin e, zikmeşk e, anku qet rind nîn e. lêbelê romannivîser dikare Kleopatra’yê pir bedew û xweşik bide nîşandan, bi taswîra edebî û xeyalî wê rind û spehî bike û weke jineka bedew bide rave kirin. Romannivîser li gor zewqa xwe dikare her tişt bi xeyalî biafrîne, lê dîrokzan nikare weha bike. Lewre jî, divê pirtûkên dîrokzanan li gor rastiya dîrokî û romanên romannivîser li gor hunera edebî bêne şîrovekirin.
Kurteromana min a bi navê ”Nûrheyata Licî” bi tevahî kurteromaneke dîrokî û mîtolojîk e ku bi xeyalî, lêbelê bi şêweya kurteromanê hatiye afirandin. Hinek xwendevanên ku ji edebiyatê fêm nakin, berhemên edebî û pirtûkên dîrokî têkilhev dikin. Divê ew bizanibin ku; edebiyat dîrok nîn e û berhemên edebî pirtûkên dîrokî nîn in. Malzemeyê dîrokzan (yan jî dîroknas – zimanzanên kurd(!) hêj biryar nedane ku ew ji ”tarîxçî”yan re bibêjin dîrokzan yan dîroknas.) belgeyên rastîn û şîroveyên îlmî, zanîstî ne.
2.839 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.