Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Xanê Xanan
Xanê xanan lami`ê necma te her pirnûr-i bî Keştiya bextê te ez bayê muxalif dûr-i bî Kewkeba se`da şeref tali` di nêv birca te bit Da tinê j’ çerxê bela şubhê mehê menzûr-i bî Encûmê çerxê muheddeb her ji zatê tey şerîf Kesbê enwarê bikin hetta ko nefxa şûr-i bî Lew ziyaret asitanî tête şemsa dewletê Da sehergahan ji dîdarê şerîf pirnûr-i bî Extera te j’ perdeya xeybê eger bêtin zuhûr Dê bitin nişfi n-nehar e wer şebê deycor-i bî »Ayetu l-kursî« û »En`am« heykela tûxê te bin Bênihayet pir murad û bê`eded menşûr-i bî Her kinarê wergerînî pê ve `ezm û himmetê Rayeta fethê bi neşra »lem yezel« menşûr-i bî Xeymeta nûrê `inayet zillê memdûdê te bit Sûreyê »Ummu l-kitab« madarê hedret sûr-i bî Paş-i Newşîrwan dibêm dê hakimê `adil tû yî Mislê hatim dê bi danê der cihan meşhûr-i bî Ma Cizîrê şubhê Darê textê heft iqlîm-i bit Hem bi hukm û seltenet Eskender û Fexfûr-i bî Mislê Cem cama zerîn xalî nebî te j` badeyê Da ji xemra şadimanî da`imen mexmûr-i bî Ma di baxê `êş û noşê her bi saz û erxewan Kamiran û kamibexş û dilxweş û mesrûr-i bî çendekê şîrînpuser derbendê dîwana te bin Bendê şapûrê te bin ta Xusro û şapûr-i bî Hindekê roj û şev in têk `îd û leyli l-qedr-i bin Cam medam pir bade bit lê ne j` meya engûr-i bî şubhetê Rûhi l-qudus `erdê tu pê lê daynî Sebze û reyhan û nesrîn û gulê menqûr-i bî Her derê ne`lê feres şubhet Buraqê vê kevit çeşmeê heywan ji ew `erdê mubarek fûr-i bî Ma te `umrê Xudr û Nûh û mulkê zu l-qerneyn bitin Gunbeda çerxê mulemme` her bi te me`mûr-i bî Xass-i teşrîfê te bin derya û derbendê `ecem Da xelatên her seher sed zerkeş û mexmûr-i bî Gerçi der dîwanê hedret pir heqîr în şubhê mûr çeşmê te çeşmê Suleyman-i bi halê mûr-i bî Ê ne wek goy bê ser û pa bêt di benda xidmetê Ma di çewgana te her perkende û meqhûr-i bî Ma lisanê min du`agoyê li der heq weşfê xan Mezherê sirra kelamê wek di rexta tor-i bî Her di medhê te û senayê sîne û qelbê Melê Bê tefawut qulzema pir lû`lûwê mensûr-i bî Ji asitanê dewletê xayib nebî carek Mela Da ji fermanê mukerrem dem bi dem me`mûr-i bî
·
126 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.