Wek ku tê gotin
"êdî lîstik qediya"
di nav ava jiyana nizm de
keştiya evîndariyê hilweşiya.
Êdî ez û jiyan ji hevdû xelas in
û sedema ku hûn rabin
li jankêşiya min
li kul û xemên min
û li pevçûnên min bikolin
tune ye.
Dilgeş bijîn.
9. Ew ê ku li dûv xwe zarokine jar û bêçare bihêlin û li ser wan bitirsbin, bila derbarê sêwiyan de jî bitirsin û bila xwe ji Xwedê biparêzin û rast û durist biaxivin.
8. Dema nêz û lêzim, yên sêwî û belengaz (ew ên ku ne waris in) li ser parvekirina mîrateyê hazir bibin, vêca ji vî malî hinekî jê bidine wan û ji wan re peyveke xweş bibêjin.*
1. Gelî mirovan! Xwe ji (bêemriya) Xwedayê xwe biparêzin, ew Xwedayê ku hûn ji yek nefsê afirandine û ji wê hevjîna wê afirandiye û ji herduyan jî gelek mêr û jin zêde kirin. Hay ji (emr û nehyên) Xweda hebin, ew ê ku hûn bi xatirê Wî ji hev dixwazin û hay ji pêkanîna mafê lêziman (eqrebeyan) jî hebin. Bêguman Xwedê teqez li ser we zêrevan e.