Öne Çıkan Auslander Beg kitaplarını, öne çıkan Auslander Beg sözleri ve alıntılarını, öne çıkan Auslander Beg yazarlarını, öne çıkan Auslander Beg yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Niviskar Helim Yusiv sala 1967 de li bajarê Amûdê dayik dibe. Sala 2000de terka welat dike û wek ausladerekî(biyanî) li Elmanyayê dijî.
Berhema xwe, a bi navê Auslader Beg ê jî li ser penaberiya Kurda a Ewropayê lêkiriye. Berhem bi 28 çîrokan pêk tê. Her çîrok tirajediyekê pêk tê. Û berhem bi gotina
Her dem dengê ken reş bû.
Her dem rengê girî sipî bû.
Di navbera reş û sipî de rengê xerîbiyê hebû.
Kirasekî di vî rengî de xwe li jiyana min pêçabû û ew sipartibû dîwarê mirinê.
Ne jiyana min bi dawî dibû ne jî destpêdikir.
Wisa rawestiyayî ji xwe re li her du çavên xweşik yên mirinê dinêrî.
-Li vî welatê ku min naxwaze ez çi dikim?
Berpirsiyarên dewletê ji xwesteka min a mana li vê derê re nabêjin; erê. Diya keça ku jê hezdikim naxwaze ez derbasî mala wê bibim. Rêwiyekî ku nizane ez kî me ji ku hatime û derdê min çi ye ku ez di van deran re derketime naxwaze li hember min rûnê û li rûyê min binêre.