Hin mirov jî weke kevzê ne, ne çiqilên wan hene yên kulîlkan ve' kin an bişkin, ne jî kokên wan hene yên xwe bi axê bigrin, pê de biçin û rapêçin...
~~~~
Bazı insanlar da yosun gibidir, ne dalları var çiçek açan ya da kırılan, ne de kökleri var toprağa tutunan, gömülüp kuşatan...
-Ma ne em in ên di tirbeke berfireh û mezin de tên dinyayê û di tirbeke biçûk de tên veşartin?
-Kî dizane wê termê wî, bermayîya bedena wî li kû derê cih bibe?
+Na ezbenî na, ti kes nizane. Lêbelê her kes dizane wê dengê wî li kû derê bi cih û war bibe...
-Tê jîyanê nas bikî, piştî te jîyan nas kir, tê mirinê jî nas bikî û piştî te mirin nas kir, tê xwe nas bikî. Here xwe nas bike Lî, here cem Layê.
+Ez ê xwe çawa bigihînim wê?
-Bide pey sîya xwe Lî. Sîya te rehber û rênasê te ye.
+ Paşê ez ê xwe çawa nas bikim?
-Gava te Laya xwe dît, tê zanibe xwe çawa nas bikî.
~~~~~~~
-Yaşamı tanıyacaksın, yaşamı tanıdıktan sonra, ölümü de tanıyacaksın ve ölümü tanıdıktan sonra, kendini tanıyacaksın. Git kendini tanı Li git La' nın yanına.
+Ona nasıl yetişeceğim?
-Gölgenin ardına düş Li. Gölgen yol gösterenindir.
+Sonra kendimi nasıl tanıyacağım?
- La' nı bulunca, kendini nasıl tanıyacağını bileceksin.
-Derya biqasî xwêya xwe digirîn, berf biqasî spîtîya xwe, deng biqasî êşa xwe.
+Tu?
-Ez biqasî hemûyan û biqasî xwe.
~~~~~~~~~
-Deniz tuzu kadar ağlar, kar beyazlığı kadar, ses acısı kadar.
+Sen?
-Ben, herkes ve kendim kadar.
Dawîbûnê ji bîr bike, vejîna xwe nû bike, ji nû ve were dinyayê, aşopîyên te wenda bibin, bila granîya te bimîne ji tirsên te. Hemû tiştên kêm hatine jiyîn, ên zayî, ên jîyayî, ên wendayî.