Berken Berehê ku di çaryeka dawî ya sedsala çûyî de bûye yek ji wan kesên ku pirên helbestî di navbera rabirdûya me ya nêzîk a wêjeyî û nifşê Rewşenê yê salên 90î de ava kirine. Berken Bereh helbestkarekî Kurd e, yê ku di riya peydakirina kilamên nû yên civaka xwe de, ji aliyê lêgerîn, vekolîn, kefteleft û jixwexwînberdanê de tu timatî nekiriye.
...
Ev e magnum opusa helbestkar Berken Bereh. Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re. Di xwweşiya wî de, rêzgirtinek li barûya wî ya helbestî. Ji Lîsê bo hemû xwendevanan.