Dojeha Veşartî

Bawer Rûken

Dojeha Veşartî Sözleri ve Alıntıları

Dojeha Veşartî sözleri ve alıntılarını, Dojeha Veşartî kitap alıntılarını, Dojeha Veşartî en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Lewre, seriyekî ku li azadiyê digere nakeve pey tiştên xapînok ên rojane."
Sayfa 22 - AvestaKitabı okudu
Belê ez pirtûkek im.Lê maxabin ne ji wan pirtûkên ku li tevahiya cîhanê heyî me.Yanê ne azad im,ne serbest im ne eşkere me.Halbûku dîroka nivîsîna min digihêje berî hebûna wan kesên ku min qedexe dikin.Berî hebûna dewletên ku wan ava kiribû.
Reklam
Ez hata qirikê tijî bûme ji derdan.Hema ku yek ji min re bibêje bipeyive.Ez ê qehr û kîna xwe ya sêsed salî mîna xwînê bipijiqînim serçavên neyaran.Ji ner ku min pir kişand ji destê dijminên pirtûkan.Bi sedan doz û bi hezara lêpirsîn li min hatin vekirin.Kirin ku min tune bikin hibra zimanê ku li ser pişta min hîn ziwa nebûye,kirin ku winda bikin.Min pir şev û rojên çetin derbas kirin di bin kadîn û valahîyên tuwaletan de.Da ku nekevim destê neyarên pirtûkan
Serîyekî ku li azadiyé digere nakeve pey tiştén xapînok yén rojane.
Destar Digere...Dihére....Péşîyé laş...Paşîyé rih...Hûr dike... Tazî dike mejîyén bindestan...Eynik e... Li xwe vedigerîne... Li koka xwe...
Ji ber çi ewqasî dilxemgîn bû? Çima bi ser wêneyê wê keçikê de her şev berî ku rakeve digiriya?
Reklam
Ji bajarekî hilweşiyayî dihatim. Li wî bajarê hilweşiyayî min jiyaneke hilweşiyayî hiştibû li pey xwe. Li wî bajarê hilweşiyayî, di nava rûpelên tozgirtî de ku jiyaneke hilweşiyayî hildigirin, min dildareke hilweşiyayî hiştibû. Li wî bajarê hilweşiyayî di nava jiyaneke hilweşiyayî de min dîdareke hilweşiyayî û dê û bavekî hilweşiyayî hiştibû.
Sayfa 28 - Avesta yay.Kitabı okudu
Çiqasî zor e ev tişt ku meriv li pey tiştekî digirî. Lê ew kesa û tişt her li dûr e.
62 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.