Hûn dizanin, carinan quling li asoyê xuya dibin, bayekî sivik qêrînên wan ên xemgîn yên heyecan tîne. Ger hûn piştî bîskekê li asoyên şîn binerin, hûn ê li wir xalek nebînin, hûn ê yek dengek jî nebihîzin. Her wusa, mirov bi rû û axiftinên xwe di nava jîyana me de tên û diçin, di nava rabirdûya me de têne binaxkirin, ji xeynî şopên heşifandî di bîra me de tiştek nahêlin.