Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Ereb Şemo Dımdım

Ehmedê Xanî

Ereb Şemo Dımdım Gönderileri

Ereb Şemo Dımdım kitaplarını, Ereb Şemo Dımdım sözleri ve alıntılarını, Ereb Şemo Dımdım yazarlarını, Ereb Şemo Dımdım yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Sultan Selîm û Şah Ebasê Îranê di nava hev de peymanek girêdan û Kurdistan parevekirin.
Reklam
Hinekên nepak û kirêt ; axa, beg û mîrên Kurdan xayînî li miletê xwe kirin û çûn bûn destayê Romê. Wekî wan jî ,mîna Xanoyê Çengzêrîn , mezinê Hekariyê , Amêdiyê,Cizîra Botan û Şemzînanê şer bikirana, ne Rom, ne jî Îranê nikaribû lingê xwe bavêtana Kurdistanê.
Hûn pêwist ê bizanibin, wekî eskerê siwarî di şeran de çawa ciyê xwe digire.Siwarê hespê pêwist e rind bizanibe çawa hespê di wê wexta çetîn de bide xebatê .Wekî kî wê yekê nizanibe , siwarbûna wî bê feyde ye , bê kêr e û wê zû bê kuştinê!
Berdewam dike...
Padişahê Romê her tim em dişandine şer ,li hemberî miletên mayînde. Padişah, qumandaran û melêyên wan digotine me : Ev milet ne îslam in , gawir in, dijminê îslamê ne . Divê em jinan , kalan , pîran û zaran qîr bikin .Malên wan jî talan bikin . Ne guneh e , helal e.
256 syf.
·
Puan vermedi
·
24 günde okudu
De gidîno, bikin bilezînin, Barûtê zû ji çelan derînin, Kela dimdimê hemû bihedînin, Bila dijmin bibînin teslîma me tunînin... Zû kirin û lezandin, Barût ji çelan derandin, Kela Dimdimê teqandin, Hemû Kurdistanê nîşan din... Mîyasera Şah Ebas nebû, Xano ji dînê xwe dernebû, Teslîmî Şeh Ebas jî nebû, Ew li jemû dinyayê eyan bû... Bila hemû Kurd bizanibin, Heke xayîn di nava wan de peyda bin, Ew ê her gav bê erd û bê war bin, Her gav jî stûxwar bin, Wê di binê destan de bin...
Ereb Şemo Dımdım
Ereb Şemo DımdımEhmedê Xanî · 019 okunma