Îsmaîl Beşîkçî, helwesta têkoşerên Kurd yên salên 80 û 90'î de rexne dike ku wan qet girîngî nedidan zimanê xwe. Berevajî sekna Mehdî Zana weke mînak nîşan dide; Mehdî Zana, di dadgehên dagirkeriyê de parastinên xwe tim bi Kurdî dikir. Lijneya dadgehê, bi awayekî veşartî ji Zana ra peyam dişîne; "Em ê wî heta dawîyê guhdar bikin. Ew çi dixwaze bila bêje. Lê bes bila bi Tirkî biaxife.".
Kesên ku dagirkerîya li ser axa xwe qebûl nedikirin, divê dagirkerîya li ser zimanê xwe jî qet qebûl nekirana. Îcar em dikarin bibêjin tevgera azadîyê û rewşenbîrên Kurd di vî warî de gelek lawaz/qels mane... Ez naxwazim gotinê zêde dirêj bikim. Mijar li benda lêkolîna xwenda û zanayên Kurd e.
"PÊŞGOTIN
Ev helbestên ku min nivîsandine, nayê ve wateyê ku ez xwe weke hebestvanekî dinirxînim.
Min ev helbest, di navbera salen 1990-1991'an de, piştî derketina Zagona Anti-Terorê nivîsandin. Armanca min di ve yeke de li hemberî vê Zagona dij-demokrasî şer kirin bû. Ev helbest di nava mehekê de, hesten ku di dilê min de pel didan, tînin ziman. Dema ez ji girtîgehê derketim min dil tune bû ku ez bidim çape, lê ji ber ku ev bi Kurdî bûn û pêdivîya min bi rexneyan hebû, ez wan didim çapê û li hêvîya rexneyên dostane me."
Mehdi Zana