Rojekê lawikekî berzewac, diçe qîza camêrekî ji xwe Ra dixwaze. Bavê qîzikê, ji lêwik dipirse,"Tu çi kes î, lawê kê yî, ka piçekî qala xwe bike, ma mirov hema wilo qîza xwe dide xerîban?" Beşerê lêwik xweş dibe û dibêje, "Welah bavo, qumar mumar li dora min tune ye. Ez bi eraqê emel nakim. Hemdê Xwedê limêja xwe dikim, rojîya xwe jî digirim, kar û emel jî destê min tê...." Hew maye ki bibêje, "Welah ez milyaket im." Bavê qîzê ji van gotinan aciz dibe, guman lê peyda dibin, radibe ji lêwik ra dibêje, "Erê, xuya ye tu yekî baş î kurê min, lê ki min ra bû meraq, hema qet alîkî te yê nebaş tune ye law!?" Lawik, xwe dide aqil û paşê ji bavê qizîkê ra dibêje, "Welah bavo, ez nizanim ez çawa bibêjim, alîkî min ê nebaş heye, ez pir derewan dikim!" Îcar Kurdên me yên bûne her tişt û nebûne Kurd çiqas dişibin vî lawikî.
Berhema Ferhenga Bişaftinê a Bahoz Baran, di nav berhemên Kurdî de cihekî taybet digire. Ev berhem ramanên Baranî ên derbarê bişaftina Kurdî di nav xwe de dihewîne.
Bi zimanekî herîkbar hatiye nivisîn û metnekê kêrhatî ye bi nêrîna min.
Hêvî dikim metnên wisa zêdetir bin û bigihine girseyan.